Şerê li herdu taxên Kurdan ên Helebê îro Pêncşemê ket roja sêyem di demekê de ku pevçûn di navbera Hêzên Ewlekarîya Hundirîn (Asayîş) û hêzên ser bi hikûmeta Sûrîyê ve li çend cihan berdewam dikin.
Emîna Bîrem, hevseroka şaredarîya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê, ji Dengê Amerîka re got ku hêzên ser bi hikûmeta veguhêz ve bi çekên giran êrîşî herdu taxan dikin.
"Di encama van êrîşan de malên sivîlan li taxên me ziyaneke mezin dîtine. Hinek sivîl şehîd ketine û gelek jî birîndar bûne," xanim Bîrem got.
Asayîşa xwecihî li Şêx Meqsûd û Eşrefîyê îro Pêncşemê ragihand ku ji Sêşemê ve 10 kes hatine kuştin û 61 jî birîndar bûne.
Artêşa Sûrîyê roja Pêncşemê hişyarî da welatîyan ku ji cihên şer dûr bikevin. Artêşê herwiha nexşeyek belav kir, tê de armancên êrîşên xwe li Şêx Meqsûd û Eşrefîyê destnîşan kirin.
Li seranserê bajarên Kurdan li Sûrîyê xwepêşandanên dijî êrîşên li Helebê derketin. Li çend bajarên Kurdan Tirkîyê jî hejmareke xwepêşandanên nerazîbûnê lidar ketin.
Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyanîyekê de got ku ew rewşa li Helebê ji nêzîk ve dişopîne û bang li hemû alîyan kir ku xweragir bin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di daxuyanîyekê de îro Pêncşemê got ku "armanca van binpêkirinên dijî Kurdan ew e ku demografîya deverê biguherîne û ew gefeyê li ewlekarîya sivîlan dike."
Barzanî bang li alîyan kir ku li hember berpirsîya xwe bin û got "em hêvî dikin ku rejîma heyî li Sûrîyê bigihêje asta berpirsîyariyê ku li gorî hikûmeteke demokrat be û hemû pêkhateyên Sûrî di nav xwe de bigire."
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ragihand ku êrîşên ser Kurdan li Helebê metirsîdar in.
"Civaka navnetewî bi giştî û welatên Rojavayî bi taybetî deyndarên rûmetê yên Kurdan in, ewên ku bi mêrxazî û serketin dijî DAIŞ şer kir," wezîrê Îsraîlî got.