Li meclîsa Tirkîyê (TBMM) nîqaşên di bin navê ‘Cemxaneyan’ yên di Komîsyona Plan û Budçeyê de didomin.
Parlamenterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Alî Kenanoglu jî li ser vê mijarê axifî û ravekirina bawerîya Alevîtîyê ya desthilata sîyasî rexne kir.
Bi heman mijarê ve girêdayî Kenanoglu dîyar kir ku di xala 2’yan ya makezagona Tirkîyê de tê gotin ku Tirkîye welatekî laîk, demokrat, civakî û dewleteke hiqûqê ye.
“Jiber vê yekê divê hemû madeyên din yên makezagonê li gor vê werin çêkirin. Anku Alevî, Sunî, Êzîdî yan jî komên cuda bi awayekî xwezayî dibe ku daxwazên wan hebin. Lê, dema ku em li van hemû daxwazan dinêrin, divê em di çarçoveya dewleteke demokratîk, laîk û civakî de binirxînin."
Parlamenter Kenanoglu di berdewamî axaftina xwe de dîyar kir ku di dewletên demokratîk, laîk û civakî de ti carî pênaseya ol û bawerîyan nayê kirin.
“Dewlet bi ti awayî ne xwedî sazîyeke olî ye ku bawerîyan kontrol bike. Lê tevî vê xalê jî gelek xalên makezagona Tirkîyê xala 2’yan binpê dike.”
Kenanoglu herwiha got ku dewlet bi vê yekê dixwaze ku ol û bawerî kontrol bike û li gor xwe wan ayar bike.
“Dema ku Tirkîye ava bû, Alevîtî wek 'terîqat' dihat dîtin û hemû terîqat bi qanûnekê hatin qedexe kirin. Û di vê xalê de Alevîtî wek bawerîyeke qedexe, bi afirandina hin rewşên rewa hewil daye hebûna xwe biparêze.”
Kenanoglu herî dawî anî ziman û got ku civaka Alevî xwe çawa dibîne divê wisa ji rêz ji wan re were girtin.
Hêjayî gotinê ye ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berîya çend rojan gotibû, "Emê Seroktîya Cemxane û Çanda Alevî û Bektaşîyan ava bikin û hemû cemxane dê ji alîyê serokatîya navborî ve were birêvebirin.”
Ev axaftina Erdogan di nav civaka Alevîyan de bibû sedema nerazîbûnan û Alevîyan dîyar kiribû ku bi vê yekê tê xwestin ku dewlet Alevîtî li gor daxwaza xwe biguherîne.