Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Efrînê Navenda Civata Alevî Vebû


Alevîyên Kantona Efrînê bi merasîmekê navenda xwe li devera Mabeta vekirin. De merasîmê de, Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mustefa ku bi xwe jî Alevî ye, ligel rêvebirên kantonê, hevserokên Yekîtîya Êzîdîyan li Efrînê û tevî girseyeke gel hazir bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre axaftin, helbest û reqsa Sema hatin pêşkêş kirin.

Pîrê Alevîyan li Efrînê Şêx Comerd Sito ji Dengê Amerîka re got ku vekirina navenda Alevîyan gaveke dîrokî û girîng e.

"Sebî ku em xwe û heqîqeta xwe nas bikin, ev navend tê vekirin. Gelek ol hinda bûn, lê îro li Rojava ew ol dikanin xwe îfade dikin. Emê yekbûna xwe weke gelê Kurd biparêzin, ol, ziman û dîroka xwe jî ji bîr nakin, çimkî hêza me di rêxistinbûyîn û hezkirina hevdu de ye," Pîr Comerd got.

Hêjayî gotinê ye ku hejmara Alevîyan li Efrînê nêzî 10 hezar kes e û ew xwe wek beşekî resen ji civaka Kurdî dibînin. Alevî xwedîyê roleke berçav in û ji nav vê civakê gelek kesitî, rewşenbîr û sîyasetvan di nav tevger û partîyên Kurdî de cîh girtine.

Piranîya Alevîyên Efrînê li devera Mabeta û gundên derdorê dijîn û herwiha hejmareke mezargehên Alevîyan jî li Efrînê hene.

NR_09_07_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:43 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG