Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Êrîşên Ser Civaka Alevî Didomin


Li Tirkîye êrîşên dijî Alevîyan didomin. Êrîşa herî dawî dijî Cemxaneya Komela Çand a Pîr Sultan Abdal (PSAKD) ya Sultanbeylî ya Stenbolê pêk hat.

Di êrîşê de derî û camên cemxaneyê hatin şikandin û nivîsên gefxwarinê yên wek “Bimirim”, Neqedîya” hatin nivîsîn.

Serokê Cemxaneya Sultanbaylî Erdal Aksoy bal kişand ser nivîsên gefxwarinê û got ku ew bûyerên wiha dibe sedema metirsîyan.

“Ev demek e dirêj e ku dijî malbatên Alevî û xanîyên wan êrîş pêk tên. Em nizanin ku gelo tekilîya her du êrîşan çi ne. Dibe ku ev bûyer provakasyonek be. Dozgerîyê lêpirsîn daye destpê kirin. Em hêvî dikin ku bûyer were ronî kirin, lê heta niha ti kes jî nehatiye binçav kirin.“

Hêjayî birxistinê ye ku berîya meheke dîsa li bajarê Îzmîr, Mersîn û Meletî jî derî û xanîyên Alevîyan hatibûn îşaret kirin û nivîsên gefxwarinê hatibûn nivîsîn.

MEB_21_01_2020_Êrîs_Cemxane
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:20 0:00


XS
SM
MD
LG