Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkirdeyê Opozisyona Rûsî Navalny Azad Tê Berdan


Serkirdeyê opozisyona Rûsî Alexei Navalny azad hate berdan piştî 50 roj zîndan li dor organîzekirina xwepêşandanên bê rêdan.

Navalny ku rikberê herî navdar ê serok Vladimir Putin e, bi 30 roj zîndan hatibû cezakirin ji bo organîzekirina xwepêşandanekê di meha Tebaxê de, û piştre bo 20 rojên din hate zîndankirin ji bo organîzekirina xwepêşandaneke din ku cih girtibû dema ew hîn di zîndanê de bû.

Herdû xwepêşandan li dijî plana hikûmeta Rûsya bûn li dor zêdekirina temenê ku welatî têde dikarin xanenişîn bibin.

Piştî berdana wî, demekê berê îro Yekşemê, Navalny ji peyamnêran re got:

“Ez bawerim di van 50 rojên min ên zîndanê de, me gelek belge dîtin ku ev rêjîm têk diçe, ji têkçûna agahdariyên derve bigir ta têkçûna di pîşesaziya biwarê esmanî de.”

XS
SM
MD
LG