Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Seranserî Rûsya Xwepêşandan Hene Û Polîsan Zêdetirî 3000 Kes Girtine


Xwepêşandanê Yekşemê 31ê Rêbendanê-Moskow
Xwepêşandanê Yekşemê 31ê Rêbendanê-Moskow

Moskow 31ê Rêbendanê, grûpa Çavdêrî ya ODV-Info Roja Yekşmê ragihand ku polîsê Rûsya 3062 xwepêşanderên ku li seranserî Rûsya daxwaza azad kirina rexnegirê Kremlin Alexei Navalny dikin girtine.

Di nava hejmara kesên girtî de 844 kes li Moskow ya paytext hatine girtin. Yekşemê 10 hezaran kes daketin cade û kolanan li seranserî Rûsya û siloganên li dij serokê welat Vladimir Putin gotin û daxwaza berdana lîderê opozisyon û rexnegirê Kremlinê Alexei Navalny kirin.

Hefteya derbazbûyê jî dîsan xwepêşandan hebûn, polîs û berpirsên Rûsya gefên girtinê li xwepêşênderan xwar bûn eger ku ew xwepêşandanan berdewam bikin, lê dîsan îro Yekşemê 10 hezaran kes meşiyan û girtina Navalny protesto kirin.

Alexei Navalny weke lîderekê opozisyonê û rexnegirê Kremlin tê nas kirin û ew 44 salîye, dema ku 17ê Rêbendanê ji Berlin vegeriya Rûsya hat girtin.

Amerîka û welatên Ewrupa daxwazê ji hikûmeta Rûsya dikin ku Navalny azad bikin û girtina wî şemezar dikin.

XS
SM
MD
LG