Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser Red Dike ku li Kampa Holê Tûşbûna Korona Heye


Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê îro Înê red kir ku li Kampa Holê bûyerên plketina koronayê derketine.

Ajansa AFP roja Pencşemê ji zarê David Swanson, berdevkê ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Karên Mirovahî li Sûrîyê, ragihand ku 3 karmendên saxlemîyê li kampa Holê bi koronayê ketine.

Swanson li ser Facebookê gotibû ku di 3ê Tebaxê de 3 rewşên korona di nav karmendên saxlemîyê li Kampa Holê hatin tomar kirin.

Lê, Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ew îdia red kir.

Serokê Desteya Saxlemîyê ya Rêvebirîya Xweser, Dr. Ciwan Mistefa got ku ti karmendên saxlemîyê li Kampa Holê tûşî korona nebûne.

Jêderekî ji Heyva Sor a Kurdî ji Dengê Amerîka re got ku hîn karmendên wan bi koronayê ketine û niha li nexweşxaneya Hesekê ne, lê ti têkilîya wan bi Kampa Holê re tune ye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku heta niha li Bakur û Rojjhilata Sûrîyê 54 kes bi korona ketine, lê cara yekê ye ku li Kampa Holê îdayên derketina korona tê ragihandin.

Ji nêzî 70 hezar kesên ku wê kampê dimînin, beşeke ji wan malbatên çekdarên DAIŞ’ê ne.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:55 0:00

XS
SM
MD
LG