Yekîtîya Federasyonên Futbolê ya Ewrupa, UEFA pêr jiber lêpirsîna berdewam ya şîke anku kirîn û ayarkirina maçên futbolê biryarek girîng da.
UEFA qedexe kir ku tîma Fenerbahçe ya Tirkîyê, jiber hebûna gumanên xûrt ya sextekarîyê tev li Lîga Şampîyonan (Champions League) bibe.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî de, nivîskarê rojnameya Tarafê Alî Fîkrî Işik biryara UEFA’yê û helwesta Federasayonê Futbolê ya Tirkîyê dinirxîne.
Birêz Işik dibêje, heyfe e ku futbola Tirkîyê pir gemar bûye û federasyon newêrî Fenerbahçeyê ji Superlîgê gêr ke lîga jêrîn ya Bank Asyayê. Lê, spasîya Xwedê UEFA mîna federasyonê nekir û xwedî li futbolê derket û rê li ber têkîlîyên gemar girt.
Kerem kin bi lînka "Guhdarî Kirin" a jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.