Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alî Larîcanî Bû Serokê Demkî yê Parlemana Îranê


Parlemana nû hilbijartî ya Îranê carek din parêzyarek rexnegir li Serok Komar Mehmûd Ehmedînijad wek serokê demkî yê parlemanê dîyar kir.

Di dengdana roja duşemê de 173 qanûndar piştgîrî da Alî Larîcanî ku serokê berê yê parlemanê bû, bi wê çendê ew li hemberî Xolam Alî Hedad Adel bi ser ket ku 100 deng bi dest anîn.

Her du kandîd nêzîk in li rêberê bilindê Îranê Ayetollah Alî Xameneyî, lê belê Hedad Adel piştevanî li rêbaza kêmek nerimtir li hember rêveberîya Ehmedînijad dikir. Parêzyarên wextekê piştîvanîya Serok komar dikirin pişta xwe dan wî demê sala borî wî xwest pirsyarê bêxe ser deselata Xameneyî.

Wek adet, serokê demkî paşan dibe serokê herdem yê parlemana Îranê.

Hejî gotinê ye parêzyarên rikeberên Ehmedînijad di hilbijartinên parlemanî de ku vê mehê bi dawî hatin, piranîya kursîyan bi dest anîn.

XS
SM
MD
LG