Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Armanca Karên Çekdarî yên Tirkiyê di Îraqê de


Li van heyaman karên çekdariyên artêşa Tirkiyê di Îraqê de zêde bûne û raportên mîdiyayê ji herêma Kurdistana Îraqê piştrast dikin kû sivîl dibin qurbana nakokiyan.

Dr. Alî Kemal Yeldirim, nivîskar û lêkolerê dîroka bawerên olî gote Dengê Amerîka-VOA ku Tirkiye dixwaze kartên xwe jibo bazariyê bi hêzên cîhanê re xorttir bike û destê bilind hebe heta kû Amerîka û Rusiya li ser herêmê lihevnehatine.

Dr. Ali Kamal Yaldrm
Dr. Ali Kamal Yaldrm

Dr. Alî got kû Tirkiyê nikare dev ji dostaniya Amerîka berde jiber ku dê bikeve hembêza Rûsiya û baweriya wê bi Rûsiya nayê lewan ew hewil dide qazancê ji opozisyona xwe bigire û ji amerîka re bêje, ezê hevalbendiyê bi were bikim lê hun dev ji Kurdan berdin.

Dr. Alî got jî, gereke hêzên Kûrdan kar bikin jibo kû herêma wan li goreyî qanûnên nêvneteweyî bên eyarkirin û peymana Enqerê bi rijêma berê ya Îraqê re qebûl nekin û heta kû Tirkiyê jî kiryaran li derveyî sinorên xwe neke.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:09 0:00
Direct link

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG