Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyoz Romanowski bi Serokomarê Îraqê re Civiya û Dibêje, DAIŞ Hîn jî Metirsîye


Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski di platforma X'ê de ragihand ku îro Yekşemê ew bi Serokomarê Îraqê Abdulatîf Jemal Raşîd re kom bûye.

Wê got, "me derbarê geşedanên pêşxistina Hevpeymaniya Amerîka-Îraqê bi gelemperî gotûbêj kir û li ser giringiya hilbijartinên Herêma Kurdistan Îraqê û veguhestina peywendiyên me yên ewlekarî bi rêya Komîteya Bilind ya Leşkerî rawestiyan."

Li aliyek din balyoz Alina L. Romanowski ji Reutersê re ragihand ku DAIŞ li Iraqê metirsî ye û karê hevpeymaniya leşkerî ya bi pêşengiya Amerîka bi Iraqê re ji bo têkbirina wê rêxistina tundrê bi temamî hîn bi dawî nebûye.


Karbidestên payebilind yên Îraqî, di nav wan de serokwezîr Mihemed Şîa Sûdan, bi berdewamî gotine ku DAIŞ êdî ne metirsî ye li Îraqê û ku hevpeymanî êdî hewce nake, tevî ku şane û baskên DAIŞ'ê berdewam in li ser êrîşan li deverên din.

Romanowski got: "Li gor nirxandina me ya hevbeş, DAIŞ hîn li vir metirsî ye, metirsiya wê bi awayekî berçav kêm bûye, lê karê me hîn bi dawî nebûye û em dixwazin piştrast bin ku hêzên Iraqî dikarin li ser têkbirina DAIŞê berdewam bin."

Daxuyaniyên Romanowski di wê demê de ne ku doh Şemiyê heman rêxistina DAIŞ'ê ya şaxê Xorasan êrîş li Moskow pêkanî û herî kêm 137 kes kuştin.

Romanowski got, "Tiştê ku ev bûyer tîne bîra me ev e ku DAIŞ dijmin û terorîstek hevpar e ku divê li her derê were têkbirin."

Hefteya borî, bi kêmî ve sê kes di êrîşeke xwekujî de ji aliyê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li Afganistanê hatin kuştin, û di Çile de, Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) berpirsiyariya du teqînan li hundirê Îranê girtibû ser xwe.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî biryar e roja 15ê Nîsanê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re li Washingtonê bicive û li ser paşeroja hevpeymaniya leşkerî li Iraqê, reformên darayî û hewlên Amerîkayê ji bo dûrxistina Iraqê ji gaz û elektrîka Îranê gotûbêj bike. Iraq jî hevalbendekî dualî yê Amerîka û di heman demê de hevalbenda Îranê ye jî.

Jêder: Reuters/X

XS
SM
MD
LG