Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetvanê Kurd Mahmut Alinak Hate Berdan


Nivîskar û sîyasetvanê Kurd Mahmut Alinak ku jiber hin nivîsan û xebatên sîyasî hatibû zîndan kirin, piştî 3 mehan hate berdan.

Îro Çarşemê li Dadgeha Cezaya Giran a Qersê rûniştina doza Alinak pêk hat. Alinak bi qanûna “Perçekirin û têkbirina dewleta Tirk” hat sucdar kirin.

Alinak jî parastina xwe ya ji 15 rûpelan pêk dihat, pêşkeşî heyeta dadgehê kir û got ku di şexsê wî de azadîya fikr û ramanê tê darizandin.

“Dewleta ku bi kevneşopîyên Osmanîyan rêve diçe, wek dedektîfekî, ez bi awayek neqanûnî şopandi me. Erê wek suc çend nivîsên min û hin axaftinên min yên telefonê dîtine. Dîyar e ku nivîsên min yên li gor rêbazên hiqûqa gerdûnî û hewildanên min yên sîyasî, AKP aciz kirîye û jiber vê yekê darbarê min de doz hatiye vekirin.”

Alinak di berdevamîya parastina xwe de got ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) darazê li hemberî azadîya fikr û ramanê wekî tirpanekê bi kar tîne û ev jî zarareke mezin dide civakê.

Dadgehê, jiber temenê wî yê dirêj û dema wî li zîndanê borandî têra dît û bi bîryara şertên kontrola edlî, ku ew li mala xwe bimînê, jî zîndanê hat berdan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku sîyasetvan Alinak di 17 Sibatê de li Qersê hatibû desteser kirin û pişt re jî hatibû zîndan kirin.

Dozgerîya Qersê derbarê wî de îdîaname amade kiribû û jiber hin nivîs û xebatên wî yên sîyasî cezayê zîndanê ya dirêjîya jînê ye ji wî re dihat daxwaz kirin.

AA_13_05_20_Berdana_Alinak
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:40 0:00

XS
SM
MD
LG