Wezîra Derve ya Komara Çek Jana Cernochova got ku Almanya wê 15 tankên Leopard 2 tankên A4 bi belaşî bide hêzên wan yên çekdarî.
“Min û hevtaya min ya Almanî Christine Lambert li ser wê yekê li hev kir. Ew gav sipasdarîya Almanya ji me re nîşan dide ku em di rojên wiha dijwar de alîkarîya Ukrayna ya bin êrîşên Rûsyayê dikin,” Cernochova got.
Wê dîyar kir ku bexşandina tankan jibo artêşa Çekî mizgîneyeke mezin e.
Cernochova da zanîn ku ew tank ji şer re amade ne û parçeyên yedek jî bi wan tankan tên dayîn.
Wê herwiha got ku ew bi Almanya re di nava danûstandinê de ne ku heta 50 tankên nû yên Leopard A7+ bikirin.
Hikûmeta Çekî heta niha bu nirxê 130 mîlyon dolar çekên serdema Sovyetê dane Ukrayna.