Wezareta Derve ya Almanya îro Înê bi daxuyanîyekê bang li hemwelatîyên xwe kir ku neçin Rûsya.
Wezaretê hişyarî da ku di demên dawî de êrîşên dronî yên dijî Moskowê û herêmên din yên Moskowê zêde bûne.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku Almanya ji hemwelatîyên xwe bi tundî dixwaze ku neçin Rûsya.
Daxunîya li ser malpera Wezareta Derve dîyar kir ku êrîşên dronî yên li Rûsya heta niha zarara sînordar ya madî çêkiriye, lê metirsî heye ku ser torên veguhestina komî jî êrîş çêbin.
Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir. Her du dewletan di demên dawî de giranîya xwe dane ser êrîşên dronî.
Amerîka, Almanya û hin dewletên din yên Ewrupî, Rûsya wek dagirker dibînin û li hember Moskowê piştgirî didin Kîevê.