Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dibêje Pejirandina Şertên ku ji Qatarê Tên Xwestin Dijwar E


Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel
Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel

Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel dibêje ku 13 daxwazên çar dewletên Ereb yên Kendavê ji Qatarê provokatîf in û pejirandin wan ne hêsan e.

Gabriel li Berlînê got ku Almanya ligel hemî alîyên pirsgirêkê di peywendîyeke nêzîk de ye û hewil dide ku alozîya heyî nermtir bike.

“Danûstandin dikarin li ser hin daxwazên ji Qatarê hatine xwestin bêne kirin, lê hinek ji wan daxwazan serwerîya Qatarê davêje xeterê.

Gabriel da zanîn ku hin bizav di rê de ne çareserîyeke pejirandî ji kêşeya welatên Kendavê re bêne dîtin û di civîna wî ya sibê de, ligel wezîrê derve yê Îranê Cevad Zarif ew mijar dê were rojevê.

XS
SM
MD
LG