Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Bergirî li Biryara Wergirtina 1553 Penaxwazên ji Kampa Moria Dike


Dîmenek ji kampa Moria ya penaberan ya li girava Lesbos li Yunanîstanê
Dîmenek ji kampa Moria ya penaberan ya li girava Lesbos li Yunanîstanê

Wezîrê Navxwe yê Almanya Horst Seehofer îro Çarşemê bergirî li biryara Almanya ya girtina 1553 penaberên din ji kampên li Yunanîstanê kir.

Wî got ku Almanya dikare bi rola xwe ya di krîza koçberîya Ewrupa de serbilind be.

"Ez heya niha li Ewrupa tenê wezîrê navxweyî me ku jibo çareserîya vê keşeyê pêşnîyareke pêşketinê dike. Almanya dikare bi vê serbilind be," Seehofe got.

Wî ji qanûndanerên Alman re ragihand ku biryara herî dawî di asta rêjeyê de ne wekhev bû û jî sala 2015'an cûda ye.

“Almanya rasterast dizanibû ku ew kîjan kesan wek penaberan qebûl dike û tevahîya wan jixwe hatibûn pejirandin ku ew jî penaxwazên rewa ne.”

Piştî kampa penaberan Moria ya li girava Lesbos ya Yunanîstanê bi sedema şewateke hilweşîya û nêzî 13.000 penaxwez bê mal man, Almanya roja Sêşemê ragihandibû ku ewê 408 malbatan wek penaber wergire ku bi piranî ji zarok û dêûbavên wan in.

Ew biryar bûbû sedema rexneya opozîsyona Almanî û bi taybet ji partîya rastgirîya ya tund, Alternatîf bo Almanya (AfD) bi tundî ew biryar rexne kiribû.

Piştgirîya partîya AFD piştî biryara serokwezîr Angela Merkel ya 2015'an, wergirtina pirtir jî mîlyonekê penaberên ku hin ji wan ji pevçûnên li Rojhilata Navîn revîbûn, di nava gel de zêde bûbû.

Lê, Seehofe bal kişand ku hejmara giştî ya penaxwazên ku Almanya ewê îsal qebûl bike wê ji 100.000 derbaz neke.

Biryara wergirtina penaxwazan piştî givaştinên sîyasetvanên xwecîhî hatibû ku bajar û eyaletên curbicur gotibû ku ew amade ne penaberan nû wergirin.

Berevankarên mafên mirovan û bizavkaran jî bi protestoyên li dervayê parlamanê bi dirûşma "Cîhê Me Heye" daxwaza wergirtina penaberên kiribûn.

Civaka Alman li ser mijara penaberan dabeşkirî ye. Li gor anketa YouGov ya bo rojnameya Die Welt, ji % 47 mirovan dixwazin ku penaberên ji Moria werin qebûl kirin, lê ji % 39 jî dijî wê biryarê ne.

XS
SM
MD
LG