Wezîrê Saxlemî yê Almanya Jens Spahn dîyar kir ku wan pêla sêyan ya vîrusa korona pûç kiriye, lê divê ew dîsa jî baldar bin.
Spahn da zanîn ku li Almanya hîn jî hejmarên pêketinên vîrusa korona bilind in û divê ew bo rakirina sînordarkirinan bi lezgînî tevnegerin.
‘’Divê karên me bi dest xistine ji destê me neçin, sebirnekirin dê kêrî vîrusa korona were.’’ Spahn got.
Wî bi berdewamî dîyar kir ku sîstema wan ya saxlemîyê bi dijwarîyên giran re rûbirû maye, lê ew ti car têk neçûye.
Wezîrê Alman ser vaksînan jî da zanîn ku li Almanya heta niha 26,2 mîlyon kesan bi kêmî ve dozeke vaksînê li xwe dane ku ew 31,5 ji sedê nifûsa welêt e.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Almanya 3,5 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 84,429 kes bi wê mirine.