Lînkên eksesibilîtî

Almanya ji Încîrlîkê Firoka Xwe ya Dawî jî Vekişand


Firokên Alman li Încîrlîkê, 2016

Almanya ji Bingeha Încîrlîkê ya Tirkîyê firoka xwe ya dawî jî vekişand.

Wezareta Berevanî ya Almanya dîyar kir ku her pênc firokên xwe yên li Încîrlikê, birine Bingeha Buchel ya li eyaleta Rheinlandpfalz.

Almanya firokên kişfê yên Tornado, ku di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de têne xebitandin, ewê di meha Cotmehê de bibe Bingeha Muvaffak Salti ya li Urdunê.

Artêşa Almanya di serê Tîrmehê de dest bi vekişîna ji Încîrlikê kiribû û piştî firokên xwe yên tanker gihaştibûn Urdunê, di demeke kurt de ji wir tevlî têkoşîna dijî DAIŞ’ê bûbû.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG