Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almaniya ji ber Zêdebûna Girjîyan Leşkerên Xwe ji Hewlêrê Vediguhêze

Leşkerên Amerîkî li Herêma Kurdistana Îraqê
Leşkerên Amerîkî li Herêma Kurdistana Îraqê

Yekîneyên Leşkerê Almaniya ji ber "girjîyên zêde li Rojhilata Navîn" hejmarek ji leşkerên xwe bi şêweyekî "demkî" ji Hewlêrê vekişandin.

Berdevkê Wezareta Berevanîya Almanya ev yek ji ajansa AFP re piştrast kir.

Wî got ku bi dehan leşkerên Alman ên ku di çarçoveya hevpeymanîya navnetewî ya li dijî terorîzmê de li Hewlêrê bicîh bûne, ji paytexta hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) derketine.

Berdevkê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansê re got: "Tenê kesên ku ji bo parastina pêkanîna operasyonê li baregeha Hewlêrê pêwîst in, dê li wir bimînin."

Berdevk negot mebesta wî ji "girjîyên zêde" çi ye, lê gotegotên derbarê êrîşeke Amerîka ya li dij Îranê belav bûne.

Li gorî kovara DER SPIEGEL, leşker roja Çarşemê ji Hewlêrê bo Urdinê hatine veguhastin.

Leşkerên Alman di çarçoveya misyon û hevpeymanîya navneteweyî de ji bo perwerdekirina hêzên herêmî yên Îraqê li Hewlêrê hatine bicihkirin.

XS
SM
MD
LG