Lînkên eksesibilîtî

Seredana Şanda Parlamenterên Alman Bo Tirkiyê Hat Betalkirin


Bundestag - Parlamena Almaniya - Berlin

Îro şanda parlamenterên Alman ragihnad ku, wan çûna xwe ya Tirkiyê betal kir piştî dewleta Tirk red kir ku, hûrgiliyên pirsa ewlekariyê bide wan, heta ku, dîdaran li gel parlamenterên Tirk yên opozisyon û berpirsên mafên mirovan encam bidin.

Claudia Roth endama parlamena Almaniya ji pratiya Keskan û cîgira serokê Parlamena Almaniya (Bundestag)ê, roja Çarşûemê da xûyakirin ku, dewleta Tirk bi fermî ew agihdar kirine ku şanda Alman nikare xwe bigehîne ne endamên Parlamena Tirk li Enqerê û ne kesên girtî.

Betalkirina seredana Tikiyê ya şanda Alman dê bibe sedemek din ya alozbûna têkiliyên di navbera Tirkiyê û Almaniye de, bi taybet piştî Tirkiyê red kirî ku şandek din ya Alman herin bingeha Incirlîk ya leşkerî da ku, wan 250 leşkerên Alman bibînin yên li wir beşdarin di şerê hevpeymaniya nacvnetewî ya li dij DAIŞ'ê .

Roth got"Doh êvarî me agahî ji astek bilind yê Tirkiyê stendin, ku, şanda me di dema niha de nikare seredana Tirkiyê bike û dîdarên siyasî encam bide".

Herweha got"di rastiyê de, ev red kirina diyaloga siyasîye, ev jibo parlamena Almaniya karta sore", weke Claudia Roth dibêje.

Li aliyê din peyivdarê wezareta derve ya Trkiyê got"weha baştir tê dîtin ku, di vê qonaxê de, ev seredan pêk neyê ". Lê peyvdar nexwes sedemên betalkirina seredanê behis bike.

XS
SM
MD
LG