Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Almanya Daxwaza Radestkirina Puigdemont Pejirand


Dadgeha Bilind ya Eyaleta Schleswig-Holsteins ya Almanya biryar da ku yek ji serokên berê yên herêma xweser ya Katalonya, ku girêdayî Îspanya ye, jiber tawana perexwarinê dikare radestî Îspanya bibe.

Îspanya bo tawana serhildanê jî radestkirina Puigdemont xwestibû, lê dadgehê ew daxwaz red kir. Serdozgerîya Eyaleta Schleswig-Holsteins ragihand ku ewê biryara radestkirinê bipejirînin.

Lê, jiber ku ji du daxwazên radestkirinê yek hatiye red kirin, Puigdemont dê li Almanya serbest bimîne.

Serdozgerîyê, di 1’ê Hezîranê de jiber gumana revîna Puigdemont girtina wî xwestibû lê, dadgehê daxwaza dozgerîyê red kiribû.

Puigdemont, ku dixwest ku Katalonya ji Îspanya veqete, di Cotmeha 2017’an de piştî ku dadgeh û hikûmeta Îspanya dabû zanîn ku ew referandumê napejirînin protesto li dar xistibûn.

Di navbera polîs û alîgirên serxwebûnê de pevçûn çêbûbûn û Puigdemont ji welêt derketibû.

Serokwezîrê Îspanya Mariano Rajoy, Puigdemont ji kar dûr xistibû û bo wî li seranserê Ewrupa fermana girtinê dabû.

Puigdemont di 25’ê Adarê de li Almanya hatibû desteser kirin. Heta dadgeha Almanya bo Puigdemont biryara dawî dide bo wî derketina ji wir qedexe ye.

XS
SM
MD
LG