Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Patiyên Alman Bo Avakirina Hikumetê Danûstendinan Encam Didin


Bundestag, Avahiyê Parlamena Almaniya li Berlin
Bundestag, Avahiyê Parlamena Almaniya li Berlin

Şêwirmenda Almaniya Angela Merkel "CDU" ligel du partiyên din civînan pêk tine bo amadekariyên avakrina hikumetek Koalisyonê, roja yekşemê ev dialog dê bihên encam dan.

Martin Schulz ji partiya Sosyal Demokratr "SPD" got, civînên roja Çarşemê pêkhatine, tekezê liser pirsên teknîkî dike zêdetir ji yên siyasî.

Schulz û Merkel tevî hevpeymaniya Bavariya,bi serokatiya Horst Seehofer "CSU" ku niha Serok hikumetê eyaleta Bavarya ya Başûrê Almanya ye ku, weke dijberê koçberan tê naskirin axiftin kirine.

Seehofer dibêje, ewê di Sê rojan de civîna encam bidin ku, dê roja Pênçşemê dest pê bikin, ewê liser helwêsta partiya xwe rawestin.

Wek tê zanîn, hilbijartinên giştî yên Almaniya li meha Îlona bûrî pêkhat bûn, lê heta niha nikarîne hikumtê ava bikin, jiber ku partiyên hevpeymaniya mezin ku ji partiya Şêwirmend Angêla Merkel SDU, CSU Û SPD pêk dihat, di hilbijartinan de dengên xwe winda kirin, niha hevpeymaniya mezin car din di diyalogê de ne bo avakirina hikumetek Koalosyon.

XS
SM
MD
LG