Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya li Jêr Siya Nakokiyên Amerîka-Ewropa Yekşemê Hilbijartinan Encam Dide


Parlamantoya Almanya (Bundestag)- Berlin
Parlamantoya Almanya (Bundestag)- Berlin

Helmeta hilbijartinan di nava siyasiyên hevrik yên Alman de êvariya roja Şemiyê bidawî tê ku muhafezkar hêvîdar in ku bi ser bikevin tevî bilindbûna dramatîk a rêjeya dengên rastgirên tundrê ku dibe surpirîzekê çêke.

Dengdana roja Yekşemê di demekê de ye ku Ewropa û aboriya wan welatan di nava aloziyan de ne, ji ber ku Serokê Amerîka Donald Trump derzek xiste helwesta yekbûyî ya welatên rojavayî li hember şerê Rûsya li Ukrayna.

Gefên Trump yên şerekî bazirganî ji bo Almanyayê tengasiyek din çêdike, piştî ku aboriya wê di van du salên borî de daketiye, û di heman demê de li ser mijarên koçberî û ewlehiyê rûbirûyê duberiya civakî ya tund dibe.

Dengdana roja Yekşemê zêdetirî 6 mehan pêşwext tê kirin piştî ku hevbendiya sê alî di destpêka Mijdarê de têk çû ya ku serokwezîrê Sosiyal- Demokrat Olaf Scholz serokatiya wê dikir.

Hevpeymaniya muhafezekar CDU-CSU ya ku Friedrich Merz serokatiya wê dike, demeke dirêj e ku di anketan de ji sedî %30 pêşengiyek xurt heye, ku du qat ji ya partiya Scholz SPD’ê zêdetir e.

Partiya Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) ya rastgira tund di anketê de bi rêjeya ji sedî %20 di rêza duyemîn de cih digire, sedem jî êrîşên bi kêran û danaser ya bi otombîlan ji aliyê biyaniyên koçber ve ku dengên AfD'ê zêde dibin.

Tenê 10 roj beriya hilbijartinan, zilamekî Afganî ji ber ku li bajarê Munihnê bi otombêlekê daser girseya gel û di encamê de zarokek du salî û diya wê kuştin û bi dehan kes birîndar kirin.

Almanya dîsa ji ber êrîşa bi kêrana ya roja Înê du rojan berî hilbijartinan matmayî ma dema ku li bîranîna Holokastê li Berlînê zilamekê îspanî yê 30 salî di êrîşa kêrkirinê de bi giranî birîndar, her çend polîs hîn li ser sedema gumanbar ti şirove nedane.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG