Polîsê Alman Îranîyek bi gumana plansaziya êrîşeke kujer ya 'bi paldaneke Îslamî' hat binçav kirin.
Roja Yekşemê rayedar û polîsên Almanî li rojavayê welat ragihandin ku wan welatiyekî Îranî yê 32-salî binçav kir ku guman tê kirin jehrên kujer yên siyanid û rîsîn (cyanide û ricin) peyda bike da ku êrîşek "bi mebesta îslamî" pêk bîne.
Li gorî daxuyaniya hevbeş ya çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Duesseldorfê û ya polîsan li bajarên Recklinghausen û Muensterê, li mala gumanbarî ya li bajarê Casttrop-Rauxelê di çarçoveya lêpirsînê de lêgerîn hatine kirin.
Daxuyanî dibêje, "Tê guman kirin ku gumanbarî çalakiyek kujer ya tundûtûjiyê amade kiriye ku dewletê dixe di metirsiyê de bi îdiaya peydakirina madên kîmyawî yên siyanid û risînê ji bo pêkanîna êrîşek bi armanca îslamî".
Polîsan diyar kir ku di çarçoveya lêgerînan de kesê duyemîn jî hatiye binçavkirin, heta ku lêpirsîn berdewam bike dê biryara girtinê ya fermî bê dayîn.
Rîsin (Ricin), ku bi şêweke siroştî di nebata bi navê "castor" de peyda dibe, ku weke fasûlyane, tê dîtin, jehreke herî metirsîdare ku eger bi qasî serê derzîkê kesek bixwe di nava 36 û 72 demjimêran de ew kes dikare bimir e.
Derbarê heman bûyerê ajansa AP ji Berlin ragihand ku li gorî daxuyaniya polîs û dozgeran du kes li bajarê Castrop-Rauxel, li bakurê rojavayê Dortmundê bi armanca plankirina êrşeke bi madên kîmyayî hatin binçavkirin.
Ajansa nûçeyan ya Almanî (DPA) jî ragihand ku pisporên cil û bergên dijî madên jehrîn li xwe kiribûn ku di tomareke videoyê de hatin dîtin belge ji mala wî kesê gumanbar derxistin.
Çavkanî: Reuters/AP/DPA