Kovara Spiegel a Almanyayê ragihand ku piştî Amerîka biryar da ku ji metropolên li Herêma Kurdistanê leşkerên xwe vekişîne, Almanya jî wê leşkerên xwe ji bajarê Hewlêrê derxîne û baregeha xwe ya li wir bigire.
Leşker wê heta dawîya meha Îlonê vekişin. Niha nêzîkî 30 leşkerên Almanyayê di kampeke ku li nêzî firokxaneya Navnetewî ya li Hwelêr hene.
Berdevkê Wezareta Berevanîya Almanyayê ragihand ku ew tenê hejmara leşkerên xwe kêm dikin, lê alîkariya wan a ji bo Pêşmergeyan wê berdewam bike. Ji bo vê yekê, tîmek ji şêwirmendên leşkerî wê di balyozxaneyê wan de bimîne.
Leşkerên Almanyayê ev çend sal in li Hewlêrê ne. Ew di nav Koalîsyona Navnetewî ya şerê li dijî DAIŞê de ne û alîkarî, rahênan û şêwirmandîyê didin hêzên Pêşmerge.