Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Alîkariyên ji Bo Avedankirina Afganistanê Radiwestîne


Alayê Almanya li ser banê "Reichstag" avahiyê Parlemenê-Berlin
Alayê Almanya li ser banê "Reichstag" avahiyê Parlemenê-Berlin

Berlîn, Sêşem 17ê Tebaxê, 2021 (AFP), Wezîrê Almanî yê berpirs ji Avedankirinê roja Sêşemê got, Almanya alîkariyên avedankirinê ji bo Afganistanê rawestand, piştî ku Talîban vegeriya ser desthilatê.

Wezîrê Avedankirinê Gerd Mueller di hevpeyvînekê bi rojnameya 'Rheinische Post' re got, "Hevkariya welat derbarê avedankirinê niha hatiye rawestandin."

Herwiha wî got, "Em bi lez û bez dixebitin da ku em karbidestên avedankirinê yên herêmî û xebatkarên civaka sivîl NGO yên ku dixwazin derkevin ji Afganistanê derxînin."

Sedan welatiyên Afgan li firokxana Kabul, li benda derketinê ne
Sedan welatiyên Afgan li firokxana Kabul, li benda derketinê ne


Rewşa dijwar ya li ser erdê astengî ji bo mîsyona derxistinê çêkir ya ku bi pêşengiya hêzên Almaniya li Kabul pêk tê."

Karbidestan roja Sêşemê ragihand ku balafirek leşkerî ya Almanya ji Kabulê derket, tenê heft kes têda hebûn û bi sedan kesên din li erdî man ji ber ku hevalbendên berpirs ji ewlehiya firokxanê nikarîn gehiştina wan di firokê de misoger bikin."

Mueller ji rojnameyê re got ku Almanya dixwest ku derxistina karmendan temam bike "heya ku ji dest tê," di çarçova karê vala kirinê de. Herwiha got, "Em li gelek rêyên din jî, digerin."

Hikûmeta Alman liber hatbû ku salê 430 mîlyon euro (506 mîlyon dolar)an weke alîkarî bişîne Afganistanê, ev jî dide zanîn ku Almanya welatê pêşiyê yê bexşîna herî zêde ya alîkariyan bû, ji bo Afganistanê.

Ev pere ji bo perwerdehiya hêzên polîsên herêmî û xurtkirina pergala dadmendiyê, û hem jî pêşxistina mafên jinan û şerê gendeliyê hatbû terxan kirin.

Hefteya borî, wezîrê karên derve yê Almanya Heiko Maas gotbû ku ew welat(Afghanistan) bêyî piştgirî û alîkariya navneteweyî nikare "bijî".

Maas got, "Em sentek naşînin Afgnaistanê eger ku Talîban bi temamî welat kontrol bike û şerîata Îslamê pêk bîne û xîlafetê ragihîne".

XS
SM
MD
LG