Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Almanya bi Gomana Enametiya Daiş'ê Kesek Tê Dadgehkirin


Dozgeriya Fedral ya Almanya roja Çarşemê di daxûyaniyek xwe da radigihîne ku kesê bi navê Muhamad Said (Mukhamadsaid) yê ku nasnama wî bi temamî nehatiye eşkerkirin, li Almaniya bi tawana endametiya Dewleta Îsalmê "Daiş", hatiye girtin.

Li gur çavkaniyên taybet hatiye bidest xistin ku, ew kes sala 2015an ji Almaniya sefera Sûriyê kiriye û li gel çekdarên Daiş'ê di kampan de perwerda çekdarî dîtiye.

Kesê tawanbar Xizîrana sala 2016an li Almaniya hatiye girtin, piştî ku bi kêmî wênên wî di 5 girteyên videoyî de di Youtube de hatine dîtin, dema grûpên çekdar propagenda tevlîbûnê dikin, ew kes weke zêrevanekî berpirsên Dewleta Îslamê Daişê di wan Videoyan de xûya dibe.

Dozgeriya Almanî di dxûyaniya xwe de bi van pêzanînan bidawî dike, bê kû hûrgiliyên girtin û datayên tawanên wî yên din behis bike.

XS
SM
MD
LG