Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Almanya 1,018 Kesên Din Tûşî Vîrusa Korona Bûn


Polîsên li bajarêDfresden ya Almanya
Polîsên li bajarêDfresden ya Almanya

Enstîtuya Robert Koch, ku li Almanya yek ji sazîyên yên girîng yên saxlemîya cîvakî ye, îro Duşemê ragihand ku 1,018 kesên din tûşî vîrusa korona bûne.

Enstîtuyê da zanîn ku hejmara giştî ya bûyerên pêketinê yên piştrastkirî jî bû 155,193.

Enstîtuya Robert Koch hefteya borî bang li hikûmeta Almanî kiribû ku di sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona de nelezîne.

Serokê Enstîtuyê Robert Koch Lars Schaade hişyarî dabû ku Almanya di têkoşîna dijî vîrusa korona de hîn di qonaxeke girîng re derbaz dibe.

Schaade pêşnîyar kiribû ku tenê gava ku hejmara pêketîyên nû yên korona dakeve asta bi sedan kesan, divê hîngê sistkirina tedbîran were nirxandin.

XS
SM
MD
LG