Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya li Hemberî Paşvekişîna Hezên NATO'ê ji Afganîstanê Hîşyarî Dide


Wezîra Berevanî ya Almanya Annegret Kramp-Karrenbauer
Wezîra Berevanî ya Almanya Annegret Kramp-Karrenbauer

Wezîra Berevanî ya Almanya Annegret Kramp-Karrenbauer îro Çarşemê berîya civîna digel hevkarên xwe yên NATO' yê ser paşvekişîna leşkerên biyanî yên li Afganîstanê daxuyanîyeke ragihand.

Kramp-Karrenbauer ragihand ku di danûstandinên aştîyê yên bo Afganîstanê têra xwe pêşketineke çênebûye da ku hêzên NATO'ê ji welat bi tevahî paşve vekişin.

"Ev nebûna pêşveçûnê ya di danûstandinên aştîyê de tê vê wateyê ku bo rewşek ewlehîyê ya guherîner û herwiha jiber bilindbûna tehdîtên hem hemberî hêzên navneteweyî û hem jî dijî leşkerên me, divê em xwe amade bikin," Kramp-Karrenbauer got.

Di navbera hikûmeta Afganî û rexistana Talîbanê de danûstandinên aştîyê di îlona 2020'an de li paytexta Qeter Doha dest pê kir, lê gotûbêj pir hêdî didomin.

Wezîrên berevanîyê yên welatên ku endamên NATO ne, ewê roja Pêncşemê, helwesta rexistina Talîban ya di çarcova peymanek aştîyê ya cû da ya 2020'an bi Amerîka re binirxînin.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump serê sala borî de bi rexistina Talîban re peymanek îmza kiribû.

Li gor peymanê divê êrîşên hêla Talîbanê vê Talîbanê raweste û di berdêlê de tevahîya leşkerên biyanî heya 1'ê Gulana 2021'an ji Afganîstanê vekişin. Washington niha vê peymanê dinirxîne.

Li Afganîstanê tevî 1.100 hêzên Almanî bi tevahî 9.600 hêzên NATO'yê hene ku alikarî û perwerderî ya artêşa Afganîstanê dikin.

Di nav wan de 2.500 hêzên Amerîkî cîh digire. Gelek dîplomat û pispor destnîşan dikin ku dibe ku pêşveçûna bîst salan ya bi destwerdana biyanî ya li Afganîstanê, piştî vekişa hêzên NATO'yê, zararê bide destkeftîyên ji qada mafên jinan heya demokrasîyê.

Di daxuyanîya xwe de, Kramp-Karrenbauer şîroveyên Sekreterê Giştî yê NATO-yê Jens Stoltenberg dubare kir, yê ku roja Duşemê got Taliban divê bêtir tiştan bike da ku şertên peymana aştîyê ya 2020'yê ya bi Amerîka re bicîh bîne.

Bi sedema zedebûna êrîşên li Afganîstanê, di nav de kuştina cîgirê walîyê paytext Kabul jî ya meha Berfanbarê de, endamên Kongresa Amerîkî û komên mafên navneteweyî banga derengxistina vekişînê dikin ku serokê berê Donald Trump pejirandibû.

XS
SM
MD
LG