Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Almanya Scholz Wê Serdana Çînê Bike 


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz wê di hefteya pêş de serdana Çînê bike.

Reutersê da zanîn ku ji destpêka pandemîya COVID-19 vir ve cara yekê rêberekî Yekîtîya Ewrupa (YE) wê here Çînê.

Wezareta Derve ya Çînê bi daxuyanîyeke kin da zanîn ku Scholz ser vexwendina serokwezîrê welêt Li Keqiang dê serdana bike.

Serdana Scholz li van rojan tê ku fikarên welatên Rojavayî bo mafên mirovan yên li Çînê zêde bûne.

Dîsa welatên Rojavayî ser Almanya ketine fikaran ku ew roj bi roj xwe zêdetir bi Çînê ve girêdide.

Çîn di 6 salên dawî de hevkara herî mezin yê Almanya ye ku kirinûfirotina wan di sala 2021’an de 245 mîlyar dolaran borî.

XS
SM
MD
LG