Dadgeheke Almanî roja Pêncşemê cezayê çend salan li 10 zilaman birî û kesek jî azad kir. Piranîya wan tawanbaran penaber in, û bi tawana destdirêjîya ser jinekê kir bûn, li derveyî klûbeka şevê di sala 2018an da wê bûyerê rû dabû.
Wê bûyerê dijberîya bîyanîyan di nav grupên nîjadperest da bilind kiribû. Dadgeha herêmî ya Freiburgê bo tawanbarê bingehîn 5 sal û nîv ceza birî û heft kesên din jî di navbera sê û çar salan da, ceza lê hat birîn. Du kesên din cezayê ragirtî(hilawistî) wergirtin û kesek jî hat azad kirin.
Di dadgehê da hat dîtin ku vexwarina keça qurban, ku di wê demê da 18 salî bû, gelek alkol hatibû têkil kirin û paşî ew biribûn nav bûşekî li derdorê klûba şevê û bo maweyê du katjimêran destdirêjî li wê hatibû kirin.
Heşt kesên ji wan tawanbaran penaberên Sûrî bûn û yên din jî, Îraqî, Afganî û Almanî bûn.
Wê dozê, ku yek ji tawanên seksî ya sereke bû ji alîyê koçberên li Almanyayê ve, nîqaşên mezin destpê kirin derbarê sîyaseta hikûmeta Alman ya derbarê penaberiyê.
Alîgirên partiya Alternatîv bo Almanya (AfD)ê ku nîjadperest û dijî Îslamê ne, hingî derketin kolanên Freiburgê û xwepêşandanên dijî biyanîyan pêkînan û ew jî bo sedema xwepêşandanên din yên mezin li dijî wê gruba nîjadperest.
Ji xwe berê jî, di sala 2016an da Freiburg aloz bibû jiber destdirêjî û kuştina jinek cîwan ya Almanî ji alîyê penaberekî ve ku îdîa dikir ew ji Afganîstanê ye.
Destdirêjîya girseyî ya dijî bi sedan jinan, piranî ji alîyê koçbrean ve di dema şahîyên sersala nû li Kolnê di sala 2015an da, dijberîya li dijî Serokwezîra Almanya Angela Merkelê pirtir kir, ku di wê salê da sînorên welatî jibo kesên ji şer û cengan direvin vekirî bû.
Şaredarê Freiburg Martin Horn ji Sueddeutsche Zeitung re got ku destdirêjiya çeteyî bajêr tirsand, lê wî pesina helwesta piranîya rûniştvanên herêmê kir jiber ku wan berxwe dabûn û hemû koçber tawanbar nekr bûn.
"Ev rast û girîng bû ku Freiburgê, wekî bajarekî kozmopolît, helwestek helseng kirî nîşan dabû: tawanbar divêt li gor qanûnê bihên ceza kirin û di heman demê da piranîyeka mezin xwe ji gengeşîyan dûr xistin," Martinî got.