Dadgeheke Almanî îro Çarşemê, Îyad El-Garîp. endamêkî kevn yê karûbarên ewlehî yê serokê Sûrîyê Beşar El-Esed jibo hêsankirina îşkencekirina sivîlan, bi 4.5 salên zindanê ceza kir.
Ev biryara, di şerê navxweyî ya Sûrîyê de jibo tawanên dijî mirovahiyê biryara yekê ya bi vî rengî ye.
Dadgeha herêmî ya bilind ya bajarê Koblenz ragihand ku Îyed El-Garîp. di destpêka şerê Sûrî ya di 2011 de, herî kêm 30 xwepêşanderên dijî-hikûmetê desteser kiriye û ew kesana şandiye navendeke îstixbaratê ku wî dizanibû ku girtî têne îşkence kirin.
Piştî ku hewildanên damezrandina dadgehek navneteweyî bo darizandina Sûriyê têk çûn, ev biryar hêvî dide 800.000 Sûrî yên li Almanya ku dibêjin ew li navendên hikûmetê hatine îşkence kirin.
Steve Kostas, parêzerê însîyatîfa Dadê ya Weqfa Open Society, ku nûnertîya welatîyên Sûrî dike, biryara dadgehê şîrove kir.
"Ev di pêvajoya dabînkirina dadmendî ya bo karanîna îşkenceya sîstematîkî ya dijî sivîlan ya ji hêla hikûmeta Sûrîyê, gavek girîng e, " Kostas got.
Hikûmeta Esed tawanbarîya îşkencekirina girtîyan, red dike.
Parêzerên Îyed A. gotin ku wî girtinên li Şamê û derdora wê bi zora-fermana berpirsên xwe pêk anîye û bêtawanîya wî daxwaz kirin.
Îyed El-Garîp, ji dadgehê xwestibû ku wî di hewldanên qanûnî yên berfirehtir yên dijî hukûmeta Sûrî de, wek şahid destnîşan bike.
Heman dadgeh dê rûniştinên bo darizandina gumanbarê dudyan yê bi navê Enwer R., karmendê îstîxbaratê yê berê ku bi 58 kuştinan di girtîgeha Şamê ya ku dozger dibêjin bi kêmî 4.000 akvîstên opozîsyonê di 2011 û 2012 de hatine îşkence kirin, bi domîne.
Parêzerê mafên mirovan yê Sûrî Enwer el-Bunnî dazanîn ku biryara bêhempa ewê hewldanên gilîkirina endamên berê yên hikûmeta Sûrî bi tawanên şer ku revîyane Ewrupa, bileztir bike.
"Dîrok hate çêkirin. Ev, dijî endamekî makîneya îşkence û kuştinê ya rêjîma Sûrî, biryara yekê ye. Ev dijî tevahîya rêjîmê ye, ne tenê li dijî keseke ye. Ev biryar jibo pêkanîna edaletê hêvîyê dide, "El-Bunnî got.