Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarên Almanya Dijî Erdogan Protesto Pêk Tên


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, berî serdana Almanya bike, li hin bajarên wî welatî hat protesto kirin.

Li Berlîn ya paytaxta Almanya, di xwepêşandanekê de, ku bi sedan kes beşdar bûbûn, pankartên ku li ser ‘’Em te naxwazin Erdogan’’ û ‘’Erdogan dikuje, Merkel diavêje girtîgehê’’ hatin vekirin.

Li Hannover û Dusseldorfê jî dijî Erdogan protesto pêk hatin.

Di protestoyên dijî Erdogan de, komeleyên Kurdan jî pêşengîyê dikin.

Erdogan, dê di 28-29’ê Îlonê de li Almanya hevdîtinan pêk bîne. Li ber e ku di wan rojan de protestoyên mezin li dar kevin.

Çaverê ye ku bi deh hezaran kes li Berlîn û Kolnê beşdarî protestoyên dijî Erdogan bibin.

XS
SM
MD
LG