Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Hemî Leşkerên Xwe ji Încîrlikê Vekişandin


Firokeke Alman li Încîrlîkê
Firokeke Alman li Încîrlîkê

Wezareta Berevanî ya Almanya bi daxuyanîyekê ragihand ku leşkerên dawî yên Alman jî ji Bingeha Leşkerî ya Încîrlîkê ya Tirkîyê vekişîyane.

Yekîneyên Alman derbazî Bingeha Leşkerî ya El Azrak ya Urdunê bûbûn. Bi birina firokên cengê yên cûre Tornado dê barkirina yekîneyê, di serê Cotmehê de temam bibe.

Fermandarê Yekîneyên Alman yên Têkoşîna Dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) Stefan Kleinheyer dîyar kir ku derbazkirina yekîneyên ji Încîrlikê ber bi El Azrakê karekî mezin e û di dîroka Artêşa Alman de tiştekî wiha tine.

Almanya li Bingeha Leşkerî ya Încîrlîkê, 260 leşker, firokeke îkmalê û jetên Tornado bi cîh kiribû.

Leşkerên Alman, piştî demeke kurt dê ji El Azrakê dest bi firokên îkmal û kişfê bikin.

Tirkîyê destûr nedabû ku parlamenterên Alman serdana Încîrlikê bikin û ser vê Almanya biryar dabû ku yekîneyên xwe ji Încîrlikê bibe Urdunê. Meclîse Federal ya Almanya di meha Hezîranê de biryar erê kiribû

XS
SM
MD
LG