Almanya dê sînorên xwe li rêwîyên ji welatên bi cureya nû ya vîrusa korona, ku pirtir û zûtir belav dibe, bigire.
Wezareta Navxweyî ya Almanya ferman da ku kompanîyên gemî, otobus, tren û firokan heta 17’ê Sibatê ji welatên bi cureya nû ya vîrusa korona rêwîyen neynin.
Ew qedexe dê roja Şemîyê bo rêwîyên ji Îrlanda, Portekîz, Afrîqaya Başûr, Brezîya destpê bike û li dû 31’ê Rêbendanê jî sînor dê li rêwîyên ji Esvatini û Lesoto ya Afrîqa werin girtin.
Sînor dê bo emwelatîyên Almanya, bîyanên li wî welatî dijîn û karmendên saxlemîyê vekirî bin.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Almanya 2,2 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 56,286 kes bi wê mirine.