Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Almanya Ser Cureya Nû ya Vîrusa Korona Hişyarî Da


Berdevikê hikûmeta Almanya Steffen Seibert îro Duşemê dîyar kir ku cureya nû ya vîrusa korona ‘’metirsîyeke cidî’’ çêkiriye.

Seibert da zanîn ku divê ew dijî cureya nû ya vîrusa korona bi tedbîr bin.

‘’Em di bin ewrekî reş de, di bin metirsîyeke pir cidî de ne.’’ Seibert got.

Wî dîyar kir ku niha armanca wan ya sereke kêmkirina pêketinên vîrusa korona ye û ew naxwazin vê rêyê niha biterikînin.

Cureya nû ya vîrusa korona li Almanya heta niha li çend cîhan hatiye dîtin.

Jiber wê cureya nû ya li Berlînê, bi qasî 1500 xebatkarên nexweşxaneyekê ketine karantînê.

Enstîtuya Robert Koch ragihand ku li Almanya di 24 saetên dawî de 6,729 pêketinên vîrusa korona hatine tomar kirin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Almanya pirtir ji 2,1 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 52,320 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG