Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dê di Mijdarê de Dawî li Rewişa Awarte ya bo Korona Bîne


Wezîrê Derve yê Almanya Jens Spahn da zanîn ku rewişa awarte ya bo vîrusa korona dibe ku di 25’ê Mijdarê de bi dawî bibe.

Spahn dîyar kir ku li gelek mekanên girtî tedbîrên bi test, vaksîn û hîjyenê di merîyetê de bimînin.

‘’Bi vî awayî dawî dê li rewişa awarte ya ku ji 19’ê Adara 2020’an vir ve di merîyetê de ye, were’’ Spahn got.

Wî da zanîn ku ew ji rewişa awarte derbazî rewişeke taybet dibin.

Tedbîrên pandemîyê yên li Almanya heta ku bi dengdana li parlamanê neyê dirêj kirin, bi awayekî otomatîk bi dawî dibin.

XS
SM
MD
LG