Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Referanduma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê Rexne Dike


Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel
Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel

Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel, referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Îraqê rexne kir û dîyar kir ku dibe ku girjîya li herêmê pirtir bibe.

Gabriel ser referanduma serxwebûnê got ku ‘’xemdar’’ e.

Wezîrê Almanya da zanîn ku Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî, ''bê ku guh bide bertek û şîretên civaka navneteweyî biryara referandumê daye û ew ketine fikaran ku bêîstiqrarîya li herêmê kûrtir bibe.''

Gabriel dîyar kir ku ''Kurd divê bo serxwebûnê ti gavên yekalî neavêjin'' û bang li Hewlêr û Bexda kir ku kêşeyên di navbera xwe de bi dîyalogê çareser bikin.

XS
SM
MD
LG