Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Almanya Rêberê Berê yê Katalonya Berda


Dadgeha Almanya, dersînorkirina Serokê Berê yê Katalonya Carles Puigdemont red kir û ew bi peredayînê berda.

Dadgehê li eyaleta Shcleswig-Holsteing dîyar kir ku Puigdemont ser tawana ‘’serîrakirinê’’ hatiye berdan, lê jiber ku Îspanya îdia dike ku rêberê berê yê Katalonya ‘’pere xwarine’’, dersînorkirina wî tenê bo demekê hatiye rawestandin.


Îspanya bo Puigdemont li seranserê Ewrupa fermana girtinê dabû û ew li bakurê Almanya hatibû desteser kirin.

Îspanya, jiber referanduma serxwebûnê, rêvebirîya berê ya Katalonya tawanbar dike.

Dadgeha Almanya, vegerandina Puigdemont bi qasî hefteyekê nîqaş kirin. Îspanya, rêberê berê yê Katalonya bi ‘’serîrakirin’’ê tawanbar dike, lê dadgehê da zanîn ku di hiqûqa Almanya de tawana ku dişibe wê ‘’li welêt îxanet’’ e.

Dadgeha Alman dîyar kir ku di bûyerên Puigdemont de ti tundûtûjî tine û tawanbarkirina Îspanya red kir.

Dadgeha li Schleswig dîyar kir ku dibe ku Puigdemont bi awayekî ne qanûnî karanîna pereyên dewletê were tawanbar kirin û ji Îspanya zêdetir agahî xwestin.

Puigdemont dê 75,000 euro kefalet bide.

XS
SM
MD
LG