Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Wê Hatina Rêwîyên ji Brîtanya, Portekîz, Brezîlya û Afrîqaya Başûr Qedexe Bike


Firîngeha Franfkurt
Firîngeha Franfkurt

Wezîrê Navxweyî yê Almanya Horst Seehofer îro Pêncşemê got ku ew hazirî dikin ku hatina rêwîyên ji Brîtanya, Portekîz, Brezîlya û Afrîqaya Başûr qedexe bikin ku pêşî li belavbûna cureya nû ya korona bigirin.

“Jibo parastina civaka me, divê hatina kesên ji wan dewletên ku awayên nû yên vîrusa korona peyda dibin, were qedexe kirin,” Seehofer di konferanseke onlaynî de ji hevtayên xwe yên Ewrupî re got.

Seehofer dîyar kir ku ger Yekîtîya Ewrupa nikaribe ser planeke hevbeş li hev were jî, Almanya tedbîrên pêşîgir bigire ku vê vîrusê têxe bin kontrolê.

Wî da zanîn ku biryara wan dê bandore li hatina tişt û berheman û alavên bijîşkî neke.

XS
SM
MD
LG