Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Ser Karanîna Vaksîna Rûsya Danûstandinan Dike


Wezîrê Saxlemî yê Almanya Jens Spahn dîyar kir ku ew plan dikin ku bi Rûsya re ser vaksîna vîrusa korona danûstandinan bikin.

Jens Spahn ji WDR ya Alman re da zanîn ku bo ew bi Moskowê re dest bi danûstandinan bikin divê berê Sazîya Dermanan ya Ewrupa (EMA) vaksîna Rûsya ya bi navê Sputnik V bipejirîne.

Yekîtîya Ewrupa (YE) ragihandibû ku ewê bo vaksîna Rûsya ti peymanê îmza neke.

Spahn da zanîn ku ewê bi awayekî serbixwe bi Rûsya re danûstandinê bikn.

‘’YE do dîyar kir ku ewê bo Sputnikê peymanê çêneke. Min jî di civîna wezîrên saxlemî yên YE de ezê bi Rûsya re danûstandina dualî bikim.’’ Spahn got.

Wî da zanîn ku divê Rûsya agahîyên ser vaksîna xwe bide EMA û got ku dûre jî divê Moskow piştî pejirandina sazîya dermanan dîyar bike ku ewê karibe heta çi demê çiqas vaksîn bişîne.

XS
SM
MD
LG