Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Ser Binpêkirinên Mafên Mirovan yên Rûsî li Ukrayna Lêpirsînê Dixwaze


Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock
Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock

Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock îro Pencşemê ragihand ku Almanya piştgirîya bangên bo lêpirsîna binpêkirinên mafên mirovan yên ku ji hêla Rûsyayê ve li Ukraynayê hatine kirin, dike.

Baerbock, di peyameke vîdyoyî de ji Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re got ku binpêkirinên giran divê werin darizandin.

"Divê demûdest ser rewşa Ukrayna komîsyoneke lêpirsînê were ava kirin ku ser tevahîya binpêkirinên mafên mirovan yên li Ukrayna lêkolîn bike; yên ku ji hêla Rûsyayê ve ji destpêka êrîşa wê ya leşkerî ve hatine kirin."

Baerbock got ku ewê bi awayekî xurt li ser wê bisekinin."

Baerbock herwiha piştgirî da aştîxwazên li Rûsyayê û rêberê opozîsyonê yê zindankirî Aleksî Navalny.

XS
SM
MD
LG