Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Hevbîr Dibe ku Tedbîrên Dijî Korona Sist Bike


Serokwezîra Almanya Angela Merkel û rêberên xwecîhî yên wî welatî hevbîr bûn ku tedbîrên dijî korona sist bikin.

Bi nêzîkbûna hilbijartinan Merkel û rêberên herêman di bin givaştinê de ne ku jibo vegera jîyana normal planên xwe eşkere bikin.

“Em di qonaxeke girîng ya pandemîyeke nû de ne. Divê em bi baldarî û bi hevîyeke rewa xwe hazir bikin,” Merkel îro Çarşemê ji nûçegîhanan re got.

Li gor plana pênc qonaxî, wê destûr were dayîn ku ji du malan heta 5 kes bikaribin bicivin û tenê zarokên ji 14 salî mezintir wê di nava 5 kesan de werin hesinnadin.

Dîsa, firoşgeh dikarin vebin ger li herêmekê di nav hefteyekê de hejmara pêketinan ji her 100 hezar kesan bikeve binî 50 kesan.

Ger hejmara pêketîyên nû yên korona di sê rojên ser hev de ji 100 kesî bibore hîngê tedbîrên awarte dê jinûve têkevin jîyanê û biryarên berî 8’ê Adarê jinûve vegerin.

Hêjayî balkişandinê ye ku ev çar meh in jîyan li Almanya di bin qedexeya giştî de ye û hemî çalakîyên rijabe hatine cemidandin.al activities after four months of lockdown

XS
SM
MD
LG