Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Protestoya Enqerê ya Dijî Lêgerîna Keştîya Tirk Red Dike


Dîmenek keştîyeke Tirk (Arşîv)

Wezîra Berevanî ya Almanya Annegret Kramp-Karrenbauer îro Seşemê ragihand ku protestoya Tirkîyê ya dijî leşkerên Almanî ne rewa ye.

Leşkerên Almanî ser navê mîsyoneke leşkerî ya Yekîtîya Ewrupa, li Deryaya Sipî, hewil dabû ku lêgerîna keştîyeke Tirk ya barhilgir bikin, lê Tirkîyê nehêlabû.

"Leşkerên me bi rêkûpekî tevgerîyan û reftarên wan di çarçoveya prensîbên mîsyona Ewrupa Irini bûn," wezîr Karrenbauer got.

Wê bi berdewamî got ku tawanbarîyên dijî leşkeran ne mafdar in.

Tirkîyê roja Duşemê hewila lêgerîna hêzên Alman yên ji mîsyoneke leşkerî ya Yekîtîya Ewrupa keştîya wê protesto kiribû.

Yekîtîya Ewrupa ragihandibû ku hêzên wê hember ambargoya çekan ya Neteweyên Yekbûyî ya dijî Lîbyayê xwest ku lêgerînê di gemîya Tirk de bikin ku diçû wî welatî.

XS
SM
MD
LG