Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokên Almanya, Fransa, Rûsya û Tirkîyê Dê Ser Sûrîyê Kom Bibin


Serokwezîra Almanya Angela Merkel dîyar kir ku dê bi rêberên Rûsya, Fransa û Tirkîyê re di meha Cotmehê de ser Sûrîyê kom bibe.

Merkel, di preskonferansa hevbeş ya bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re ew agahî da, lê neda zanîn ku dê hilcivîn li kû pêk were.

Merkel da zanîn ku li Îdlib û Sûrîyê rewş hîn jî krîtîk e û jiber wê ew dixwazin hilcivîna ser Sûrîyê çêbe.

Erdogan hewil dabû ku di meha Îlonê de li Stenbolê hilcivînekê pêk bîne, lê li wir ti hilcivînên ser Sûrîyê çênebûbûn.

Erdogan û Serokê Rûsya Vladimir Putin li Soçî ser Sûrîyê kom bûbûn û biryar dabûn ku li Îdlibê heremeke ewle çêbikin.

XS
SM
MD
LG