Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Almanya: Operasyona Tirkîyê Dijî Hiqûqa Navdewletî Ye


Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas dîyar kir ku operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê dijî hiqûqa dewletan e.

Maas ji ZDFê re da zanîn ku operasyona Tirkîyê ya dijî komên Kurdan li gor hiqûqa navdewletî ne rêwa ye.

"Ger dagirkerîya wisa xwe naspêre hiqûqa navdewletî, ew dagirkerî ne li gor hiqûqa navdewletî ye" Maas got.

Wî bang li Tirkîyê kir ku operasyonê rawestîne û da zanîn ku divê dema peymana agirbestê ya di navbera Amerîka û Tirkîyê de hatibû îmza kirin, dirêjtir bibe.

XS
SM
MD
LG