Karbidestên polîsên Almanya îro Yekşemê ragihand ku di dawîya vê heftê de bi hezaran xwepêşanderan dijî tedbîr û qedexeyên vîrusa korona li herêma derdora Gola Constance protestoyeke girseyî encamdan.
Hevdem, li gor agahdarkirina polîsan bi hezaran xwepêşandarên din jî li heman herêma Constance derketin kolanan da ku nerazîbûnên xwe li hemberî alîgirên rastgir yên nava koma din da dîyar bikin û protesto bikin û herwiha piştgirîya xwe ya bo tedbîrên korona ku hikûmetê ragihandîye, nîşan bidin.
Berdevkê polîsan dîyar kir ku bi giştî nêzîka 10.500 - 11.000 kes beşdarî xwepêşandanên cûda yên roja Şemiyê bûne û xwepêşandanan roja Yekşemê jî dom kiriye, rojek hetav û rewşa hewayê we kirîye ku mirov zêdetir beşdarî xwepşandan bibin "Heya niha, rewş aram e" berdevkê polîsan bi berdewamî got.
Sazkarên xwepêşandanan hêvî dikirin ku dijî tedbîr û qedexeyên vîrusa korona zêdetirî 200.000 kesan kom bikin.
Karbidestên herêmî bi armanca rawestandina zêdebûna hejmara tûşbûyên vîrusa korona tedbîrên wek dûrûna civakî ragihandibûn.
Wan her wiha bikaranîna sembola Reichsflagge ya emperyala Almanyayê, sembolek ku ji hêla neo-Nazî û komên din yên rastgirên tundrê ve tên hilgirtin û wekî alternatîfeke jibo ala swastika(卍 - ev sembola naziyanbû niha li Almanya gelek welatan hatiye qedexe kirin) tê bikar anîn qedexe kir.
Meşên girseyî ji hêla çalakvanên mafên sîvîl û kesên ku dijî derzîkirinan in li aliyekî, û herwiha xwepêşandanên ji hêla neo-Nazî û endamên komên rastgirên tundrê ku di nav wan de partîya opozîsonê Alternatîf ji bo Almanya (AfD) jî heye, têne darxistin, û herdu grûb pir caran li dij hev dikevin di nava şer û pevçûnan da û dijî hev tev digerin.
Di dema meşên girseyî yen hemberî tedbîr û qedexeyên virusa korona yên di dawîya Tebaxê da li Berlînê, xwepêşanderan erîşê avahîya parlamentoya eyaleta Reichstag kiribû, û hinek ji wan ala Reichsflagge ya rastgirên tundrê hildabûn ku ji hêla siyasetmedarên pêşeng yên Alman ve hatibû şermezarkirin.
Hêjayê balkişandinê ye ku Almanya heya niha pêvajoya pandemîya COVID-19 bi rêjeyî baş birêve dibe ku di dema pêla yekem ya biharê de hejmerên pêketinan û mirinan li gor welatên din yên Ewrûpa kêm hate tomar kirin.
Lê niha hejmarên bûyerên vîrusa korona dîsa her diçe zêde dibin û karbidest li ser ragihandina hinek tedbîr û qedexeyên cûda jî difikirin ku dikare jîyana giştî pirtir sînordar bike û piştî ku Almanya di nîvê yekê ya salê de qeyrana xwe ya herî xirab tomar kir, û dibe ku başbûna aborîyê hêdî bike.