Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dijî Sistkirina Mafên bo Patentên Vaksînan E


Hikûmeta Almanya dîyar kir ku ew dijî sistkirina mafên patentê yên bo vaksîna vîrusa korona ye.

Wê hikûmetê da zanîn ku sistkirina mafên patentê dê zararê bide çêkirina vaksînan û dîyar kir ku divê ew maf were parastin.

60 dewlet li ser plana Hîndistan û Afrîqaya Başûr dixwazin ku mafên patentê yên bo vaksînê werin sistkirin û dixwazin ku Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê ser sistkirinê biryarekê ragihîne.

Welatên ku dibêjin divê mafên patentê yên bo vaksîna vîrusa korona werin sistkirin, dîyar dikin ku ewê bi wî awayî pirtir vaksîn werin çêkirin û welatên feqîr pirtir vaksînan bi dest bixin.

Rêvebirîya Serokê berê yê Amerîka Donald Trump bo vaksînan dijî sistkirina mafên patentê bû, lê tîma Serok Joe Biden ew helwest guherand.

Biden bi axaftineke li Qesira Sipî dîyar kiribû ku ew piştgirîyê didin sistkirina mafên bo patentên vaksînan.

Li dû axaftina Biden, Nûnera Bazirganî ya Amerîka Katherine Tai ser sistkirina mafên patentan daxuyanîyeke nivîskî belav kiribû.

Tai dabû zanîn ku rêvebirîya Biden bi awayekî xurt piştgirîyê dide mafên milkîyetê û bi berdewamî gotibû ‘’lê divê bo vîrusa korona ew maf bi awayekî demkî were sistkirin.''

Bo Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê ser mijarekê biryarê ragihîne divê hemî endamên wê li ser heman fikrê bin.

Çaverê ye ku endamên wê rêxistinê di 8ê Hezîranê de ser patentên bo vaksîna vîrusa korona bicivin.

XS
SM
MD
LG