Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berlîn Dibêje 204 Kes ji Almanya Çûn ku Dijî DAIŞ'ê Şer Bikin


Şervanên dilxwaz yên YPG'ê
Şervanên dilxwaz yên YPG'ê

Wezareta Navxweyî ya Almanya îro Duşemê ragihand ku 204 kes ji wî welatî çûne Sûrîyê û Îraqê ku li kelêka Kurdan dijî DAIŞ’ê şer bikin.

Wezaretê ragihand ku 69 ji wan kesên çûyî, hemwelatîyên Almanî ne û 102 ji wan kesên ku çûyî vegerîne û ji wan 43 kes jî hemwelatîyên Almanya ne.

Li gor daxuyanîya wezreta Almanî, 3 kes hatine kuçtin ku yek ji wan di êrîşeke esmanî ya Tirkîyê de, di meha Mijarê de hatiye kuştin.

Wezaretê ew agahî li ser daxwaza pirsa parlementera Partîya Çep (Die Linke) Ulla Jelpke da û got ku hurgilîyên êrîşa esmanî ya Tirkîyê ji wan re zelal nebûye.

Jelpke bersîva wezaretê rexne kir û wek skandal bi nav kir ku Berlînê li dû kuştina hemwelatîyekî xwe, di êrîşên Tirkîyê de neketiye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku bi sedan şervanên bîyanî li kelêka YPG'ê ya Kurdên Sûrîyê, dijî DAIŞ’ê şer dikin û li gor Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) herî kêm 25 ji wan kesan di şer de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG