Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dîyar Dike ku 69 Hemwelatîyên Wê Tevlî PKK û YPG'ê Bûne


Daneyên hikûmeta Almanya dîyar dikin ku ji 2013'an vir ve 204 kes, jibo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ya li Îraq û Sûrîyê, ji Almanya tevlî Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûne û 102 ji wan bi şûnde vegerîyane.

Hikûmeta Almanya pirsnameya Partîya Çep bersîvand. Li gor bersîvê, ji 204 kesên ku tevlî PKK û YPG'ê bûne 69, hemwelatîyên Almanya ne.

Hikûmetê da zanîn ku di nav îstatîstîkê de kesên tevlî Hêzên Pêşmerge bûne tune ne.

Li gor daneyan, 2 hemwelatîyên Amerîka di şerê li dijî DAIŞ'ê de hatine kuştin û jibo yekî din ê ku gumana kuştina wî heye agahî nehatine piştrast kirin.

Hikûmetê di bersîva pirsnameyê de ragihand ku ji kesên ku tevlî PKK û YPG'ê bûne 102 bi şûnde vegerîyane ku ji 2015'an vir ve jibo 8'an lêpirsîna hiquqî hatiye kirin.

Parlementera Partîya Çep Ulla Jelpke, ku wê pirsname dabû, derbarê bersîva hikûmetê, li ser malpera xwe daxuyanîyek weşand.

Jelpke dadgerîya Almanya rexne kir û got ku wêrekîya şervanên biyan yên di YPG'ê de cîh digirin divê were teqdîr kirin ku jibo wan lêpirsîna hiqûqî biryareke şaş e.

XS
SM
MD
LG